PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd Hoşyar Zêbarî diyar kir, biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî ya Iraqê seyr û nedestûrî ne û got: “Dema wê hatiye ku dadgeheke destûrî ya bihêz bê avakirin.”
Zêbarî li ser Twitterê da zanîn: “Biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî ya Iraqê seyr û nedestûrî ne û ji ber wê jî biryarên Serokwezîrê Iraqê yên vekirina baregeha PDKê li Kerkûkê û cîbicîkirina rêkeftina ligel kuweytê hilweşandin.”
Hoşyar Zêbarî eşkere kir: “Ev zordariyeke metirsîdar e.”
Herwiha destnîşan kir: “Dema hatiye ku dadgeheke destûrî ya bihêz bê avakirin.”
Hoşyar Zêbarî di tweeta xwe de amaje bi malikeke şaîrê Ereb ê navdar El-mutenebî kir û got: “Hevrikî bi te re ye û tu hevrik û dadwer î.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin