PeyamaKurd- Bo wezîrê karê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, rawestgeha herî dawî ya gera Rojhilata Navîn Urdun e. Pompeo bi wezîrê karê derve yê Urdunê bi Eymen Es Safedîn re hevdîtinekî pêkanî.
Pompeo ragihand ku ew piştgiriya Qudsê weka payîtexta Îsraîlê dikin û çarseriya du dewletî li herêmê qebûl dikin. Pompeo di civîna çapemeniyê ya Urdunê de weha got:
“Em çareseriya du dewletiyê û biryara bê ku sînor hatiye danîn ya bo Qudsê destek dikin. Me Fîlîstîniyan dawetî ser masê kiriye û bo me aştiya rojhilata navîn gelek girîng e. Mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze û em di vê mijarê de piştgiriya wan dikin.”
Pompeo ragihand ku ew bi Udune re hewl didin ku ‘peymaneka sedsalê’ di navbera her dû aliyan de çêbikin.
Li ser mijara Sûriyê jî Pompeo got ku divê Sûriye nebe baregeha DEAŞê, di hedefa wan de îmhakina DEAŞê heye û bikaranîn çekên kîmyewî jî qebûl nakin.
Bi îhtîmaleka mezin wê Pompeo bi Qral Abdullah re jî hevdîtinekî bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin