PeyamaKurd - Serokê Nivîsgeha Komîteya Vejandina Gola Urmiyê, Ferhad Serxoş ragihand, rewşa wê gola li Rojhilatê Kurdistanê ber bi başbûnê ve diçe û diyar kir, niha rûberê golê zêde bûye ku hindik maye bigihe 3 hezar kîlometran.
Ferhad Serxoş daye xuyakirin, li gor sala borî rûberê Gola Urmiyê bi qasî 494 km çargoşe zêde bûye.
Serxoş got, niha rûberê Gola Urmiyê 2 hezar û 965 kîlometrên çargoşe ye ku qebareya ava li nav Gola Urmiyê jî li gor sala par 1 milyar û 610 milyon metrên sêgoşe bilind bûye û gihîştiye 4 milyar û 1 milyon metrên sê goşe.
Ji 19 sal berî niha ve hişikbûna ava Gol Urmiyê destpê kiribû û li gor amarên fermî yên Îranê heta sala 2015an derdora % 80 ji rûberê golê hişik bûbû.
Hikûmeta Îranê ji bo vejandina wê golê û asayîkirina rewşa wê, komîteyeke taybet ava kiriye û hin rêkar pêk anîne.
Berî ku Komîteya Vejandina Gola Urmiyê were avakirin û dest bi çalakiyan bike, her sal asta ava wê gola mezin ku ava wê gelek şor e, 40 cm kêm dibû, lê ji dema avakirina komîteyê û cîbicîkirina hin pêngavam, rewş guherî ye û asta ava golê ber bi zêdebûnê ve diçe.
Gola Urmiye yek ji golên herî mezin ên ava şor li cîhanê ye ku dikeve Rojhilatê Kurdistanê û di navbera parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Tewrêzê ya Îranê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin