Bekir Agirdir: Kurd li pist partiya xwe sekinîn!

Bekir Agirdir: Kurd li pist partiya xwe sekinîn!

PeyamaKurd- Serokê Şirketa Lêkolînê ya bi navê KONDAyê Bekir Agirdir piştî Hilbijartina 24ê Hezîranê nêrînên xwe bi çapameniya Tirkiyê re parva kirin û got ku Kurd li pişt partiya xwe HDPê sekinîn.

Agirdir wiha berdewam kir: Di vê hilbijartinê de 4 aliyan qezenc kir: Erdogan, HDP, Muharrem Înce û MHPê. Kurd li pişt partiya xwe sekinîn. Li gorî tespîtên me ji 15 Kurdan 10an rayên xwe dane HDPê. Piştî ku PKKê şerê xendekan da destpêkirin û dewletê jî hemî polîtîkayên ewlehiyê bi rê ve birin jî, HDPê ev qas wekîl derxistin. Namzetê wan yê serokomariyê û gelek wekîl û endamên wan jî di girtîgehê de bûn. Tevî van jî serkeftineke mezin bi dest xistin. Êdî divê Tirkiye vê pirsgirêkê nîqaş bike. Hûn navê wê bi çi şiklî deynin hûn dizanin. Hûn dikarin bibêjin heye an nîn e. Lê li Tirkiyê pirsgirêka Kurdan heye. Îro Kurd derneketine sikakan. Lê belê ku wextê hilbijartinê hat, çûn raya xwe dane HDPê û gotin ku em Kurd in û mafên Kurdîtiyê dixwazin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin