Parîs | Sanda Kurdistanê bi rayedarên Fransî re civiya

Parîs | Sanda Kurdistanê bi rayedarên Fransî re civiya

PeyamaKurd - Şandeke hikumeta Herêma Kurdistanê doh 10ê Kanûnê bi li Parîsê bi rayedarên wezareta derve ya Fransayê re hevdîtinek pêk anî.

Hat zanîn ku şanda hikûmeta Kurdistanê ya ji berpirsê raportên navdewletî Dîndar Zêbarî, nûnerê hikûmetê li Parîsê Elî Dolemerî û berpirsê dosyeya mesîhiyan Saman Cemîl pêk dihat, li Parîsê ji aliyê alîkarê Wezîrê Derve yê Fransayê di karûbarên Rojhilata Navîn de, Adrian Penelli ve hatiye pêşwazîkirin.

Li gor zanyariyan, di hevdîtinê de behsa rewşa kemîneyên etnîkî û olî yên Kurdistanê hatiye kirin û li ser zêdekirina hevkarî û hemahengiya navbera Hewlêr û Parîsê hatiye axaftin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin