PeyamaKurd - Kompanya Lêkolînan PIAR li Tirkiyê, encamên rapirsîya xwe ya hilbijartinên Tirkiyê ya dawî eşkere kir.
Li gorî encamên rapirsiya PIARê rêjeya dengên CHPê zêde bûye, AKP ketiye rêza duyem, HDPê jî daye pêşiya ÎYÎ Partîyê û derketiye rêza sêyem.
Rapirsî di navbera 1 û 2ê Tîrmehê de li 40 bajaran bi 11 hezar û 406 kesan re hatiye kirin û pirsa “Vê yekşemê hilbijartina giştî çêbibe hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye pirsîn.
Encam wiha derketine:
CHP: %29.6
AKP: %27.8
HDP: % 11.2
ÎYÎ Partî: %11
MHP: %7.3
DEVA: %3.8
Partiya Gelecek: %3
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin