PeyamaKurd – Li Zirganê di encama bombebarana Tirkiyeyê de, zarokekî 14 salî birîndar bû.
Li gor zanyariyan, di encama bombebarana Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê de, li gundê Um Mihermelê yê Navçeya Zirgan a Kantona Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, zarokekî 14 salî birîndar bû.
Hat zanîn, ji ber rewşa zarokê bi navê Mihemed Yûsif giran e, ew ji Nexweşxaneya Şehît Xebat a li Dirbesiyê, sewqî Nexweşxaneya Sarya ya li Hesekê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin