Soylu îdia kir ku tayînkirina qeyûman ne siyasî lê hiqûqî ye

Soylu îdia kir ku tayînkirina qeyûman ne siyasî lê hiqûqî ye

PeyamaKurd -Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu îdîa kir ku biryara tayînkirina qeyûman a ji bo Şaredariyên Bajarên Mezinê ên Mêrdîn, Wan û Amedê ne siyasî lê hiqûqî ye.

 Suleyman Soylu îdia kir ku biryara tayînkirina qeyûman a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê hiqûqî ye. Soylu di bernameyeke televîzyonî de pirsên rojnamegeran bersivad.

“Biryara ku hatiye dayîn ne siyasî ye. Biryara hatiye dayîn biryareke rêveberiyê ye û yasayî ye. Xala 127em da Destûra Bingehên vê erkê dide Wezareta Karûbarên Navxweyî.”

Wzîrê tirk Soylu îdia kir ku danîna qeyûman yasayî ye û biryara danîna qeyûman wisa parast.  “Ez bi xemgînî gelek nirxandinan dişopînim. Ev der dewleteke hiqûqê ye. Derbarê wan kesên ku di dema berê de me ji wezîfeyê girt, gelek girtin hene. Dewlet, hiqûq û demokrasî bi hev re dibêje nekevin nava van karan.” Di berdewamiya axaftina xwe de Soylu got karê wan ew e ku ez bihêle wezîfeya xwe bi hêsanî pêk bînin û wiha pê de çû:

“Heke ku karê xwe dike, ne di nava têkiliyeke wiha de be. Heke dadgehkirin biqede û ceza li wan bê birîn, wê li meclîsê wê dîsa hilbijartin pêk bê. Dibe ku em dîsa îade bikin. Heke ku dadgehkirin qediya be em ê wezîfeyê îade bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin