Barzanî: Me bo Kerkûkê hevdîtina fermî nekiriye

Barzanî: Me bo Kerkûkê hevdîtina fermî nekiriye

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser mijara vegera pêşmerge bo Kerkûk û deverên weka wê ragihand ku hevdîtinên fermî di navbera Hewlêr, Bexda û Washingtonê de nekirine.

Piştî civîna encumena wezîran Nêçîrvan Barzanî  li ser pirsa vegera pêşmerge bo deverên ku niqaş li serê hene got ku tişteka weha tine ye. Barzanî got ku ew halê asayîşa wan deveran ji nêz de dişopînin û alîkariyê didin ewlekariya wan deveran û mijar bo gelek girînge.

Li ser pirsa rojnamevanan bo mijara balafirgeha Silêmaniyê ku dê ji nûh de seferên bo Tirkiyê destpêbikin an na de weha got:

"Hevdîtinên me yên di derbarê seferên bo balafirgeha Silêmaniyê dewam dikin. Hêviya me heye ku hevdîtinên me ber bi encameka baş de herin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin