PeyamaKurd – 6 roj bû ku rêberê çiyageran yê li Everestê yê bi navê Dawa Şerpa wenda bû û malbata wî taizya wî dikir. Lê hat dîtin ku hêj saxe û di her 6 rojan de tenê bûzê xwariye û bi çikolatayê îdare kiriye.
Dema rêberê çiyageran ber bi jêr de xwe berdida, ji aliyê tîmên paqijiyê de hatiye dîtin. Dawa Sherpa li ser livînê xwe yê nexweşxanê bi BBCyê re hevpeyvîn kir û got ji ber oksîjena wî qediya, ber bi mirinê ve diçû, weka bedenî nikaribû tevbigeriya û ji bo tîma xwe nede rawestandin, xwe li paş hiştiye û ji bo 6 rojên wendayî maye weha got:
“Dema oksîjena min qediya, taqeta min a gavekî bavêjim nemabû. 2 rojên ku zêde serma bû, min tiştekî nexwar. Piştî wê ji bo pêdiviya bedena xwe ya avê, min berfê û cemedê xwar. Piştî demekî diranên min gelek êşiyan. Min li berîka xwe nêrî û çend perçe çikolata dît. Bi çikolata û berfa min helandibû, min pêdiviya xwe dît. Qet hêviya min nemabû ez bijîm û min texmîn dikir ku ez ê li wê derê bimrim.”
Sherpa got ku aşîta berfê dema hat, ew di qelîştekekî cemedê de asê mabû û bi hatina aşîtê re hinek ciyê lingê xwe bilind kiriye û piştî 2 rojan karibiye li qelîştekê derê.