PeyamaKurd – Partiyên Kurdisyanî biryar dane, ku bêyî xerentiyê neçine nav kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ku pêşengiya heman nêrînê dike, ji niha ve hişyariyê dide, ku çi hikûmeta nû xala 140î cîbicî neke û di karnameya xwe de cih nede budceya pêşmerge û babetên darayî yên Herêma Kurdistanê, ew dê li gel tu danûstandinan nekin.
Parlamenterê PDKê li Parlamentoya Iraqê Aram Baleteyî ji Rûdawê re axivî û di axaftina xwe de got: “Îro em li ser karnameya hikûmetê kar dikin. Em temaşe dikin ku gelo xerentiyên me têndayîn ku destûr cîbicî dibe û her sê bingehên rêkeftin, hevsengî û hevpariyê rasteqîn in. Eger Adil Ebdulmehdî girîngiyê bide me, em dê beşdarî hikûmetê bibin. Eger beşdariya me ya nav hikûmetê tenê dê bo bidestxistina hinek post û wezaret be, pêwîstiya me bi wan wezaret û postan tune ye û em beşdarî hikûmetê nabin.”
Li şûna mercê asayîkirina rewşa herêmên bi nakok, çavên Kurdan li wergirtina 4 wezaretan e. Wezaretek serwer ku wezareta darayî an jî petrolê ye li gel 3 wezaretên xizmetguzariyê. Ji bo vê jî daxwaz dikin ku serkirdeyatiya siyasî ya Kurdistanê li ser vê mijarê rijd bin.
Parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Mîrza wiha got: “Em 4 wezaretan dixwazin, ku divê wezareteke serwerî be. Ya bo me girîng ew e, ku divê Kurd beriya pêkanîna hikûmetê hemû derfetên me yên li ber destan karibin bi hevdu re bi daxwazekê û pakêtekê bidin rûyê Adil Ebdulmehdî.”
Serokê Fraksiyona Tevgera Goranê Kawe Mihemmed jî anî ziman: “Tişta herî girîng ew e, divê Kurd li ser bernameyeke bo hikûmeta paşerojê rijd bin, ku di xizmeta çareserkirina kêşeyên navbera Herêmê (Herêma Kurdistanê) û Bexdayê be. Bi taybet jî ewên peywendiya wan bi herêmên ji hevdu veqetandî re heye, herwiha ewên peywendiya wan bi budce, muçe û pêşmerge re heye.”
Li gor zanyariyan Adil Ebdulmehdî karnameyeke seretayî derxistiye holê ku bi vê şêweyê ye:
Kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ji 22 wezaretan pêk tê. 8 wezaret bo Hevpeymaniya Çaksazî û Avadankirinê ne, 8 wezaret bo Hevpeymaniya Binyadê ne, 4 wezaret bo Kurdan in û 2 wezaret jî bo pêkhateyên din in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin