Di 66 salên dawiyê de, barana herî zêde di 7 mehên dawiyê de bariya

Di 66 salên dawiyê de, barana herî zêde di 7 mehên dawiyê de bariya

PeyamaKurd – Li gor rêjeyên metorolojiya Tirkiyê; di nav 7 mehên dawiyê de, baran û berfa ku bariyaye, di nav 66 salên dawiyê de, baran û berfa herî zêdeye.

Di meha Nîsanê de baran û berf li gor barîna normal %50 zêde bûye û li gor sala borî ya heman mehê %19 zêde bûye. Metorolojiyê balê kişand ser barîna meha Nîsanê ya li herêmên Derya Sipî û Anedola Navîn.

Di meha nîsanê de berf û baran herî zêde li bajarê Sêrtê bû ye ku serê m2 dike 229,3 kîlo. Herî kêm jî li îstenbolê bariyaye ku serê m2 dike 39,1 kîlo.

Di 66 salên dawiyê de, barîna herî zêde li bajarên Sêrtê, Antalya, Osmaniye û Rize çêbûye.