Di hewşa malekê de 102 marên jehrî hatin dîtin

Di hewşa malekê de 102 marên jehrî hatin dîtin

PeyamaKurd  - Li welatê Awustralyayê di nav hewşa malekê de, 102 marên jehrî hatin dîtin.

Hate ragihandin ku li bajarê Sidney ê Awustralyayê, piştî ku marekî bi kuçikê malê vedaye derketiye holê ku di hewşa wê malê de marên jehrî hene.

Piştî gilîkirina xwediyê malê, tîmek çûye li hewşê lêgerîn kiriye û 97 ji wan marên çêlîk bi tevahî 102 mar dîtin.

Hate ragihandin ku ew marên jehrî di nav 3 saetan de hatine komkirin û paşê jî bo xwezayê hatine avêtin. Hate diyarkirin ku ew marên jehrî mirovan nakujin lê dibin sedema birîndarî û nexweşiyê.

Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.