Serokwezîr bi Wezîrê Tendirustiyê re rewsa nexwesiya Kolêrayê gotûbêj kir

Serokwezîr bi Wezîrê Tendirustiyê re rewsa nexwesiya Kolêrayê gotûbêj kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêwendiya telefonî bi Wezîrê Tendirustiyê re danî û li ser rewşa nexweşiya Kolêrayê gotûbêj kir.

Li gor Wezareta Tendirustiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Tendirustiyê, li rewşa nexweşiyên zikçûna tund û nexweşiya Kolerayê pirsî û Wezîrê Tendirustiyê raspard ji bo pêdaçûnê di rewşa nexweşan de bike û rêkarên tund ji bo kontrolkirina nexweşiyên zikçûn û Kolerayê bigire.

Wezareta Tendirustiyê da zanîn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her pêwîstiyekê ji bo berjewendî û selametiya welatiyan nîşan da.

Herwiha Wezareta Tendirustiyê diyar kir, Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî bi nûnertiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt bajarê Silêmaniyê ji bo pêdaçûnê di rêkarên çareserkirina nexweşiya zikçûna tund û Kolerayê de bike û rêkarên kontrolkirin û rêgirtina li belavbûna zêdetir a nexweşiya Kolerayê bigire.

Herî dawî jî eşkere kir, Wezîrê Tendirustiyê zêdetir ji 10 ton pêwîstiyên bijîşkî gihandin bajarê Silêmaniyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin