PeyamaKurd - Îsraîlê 52 Filistîniyên ku tevlî xwepêşandên protestokirina barkirina balyozxaneya Amerîkayê bûn kuştin 2410 Filistînî jî birîndar kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê de hat destnîşankirin ku di çend xwepêşandanên li Xezzeyê 52 Filistînî hatin kuştin.
Filistîniyên ku li ser sînorê Xezzeyê yê li aliyê Îsraîlê kon vegirtine, ji bo protestokirina biryara Amerîkayê ku balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bar kir bir Qudsê û salvegera 70emîn a damezirandina Îsraîlê ku wekî Neqbe (Bobelata Mezin) tê binavkirin, xwepêşandanên berfireh ku wekî "meşa milyonan" bi nav dikin, li dar dixin.
Filistînî dixwazin ku herî kêm milyonek kes li dijî biryara Amerîka û Îsraîlê kom bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin