Çavusoglu sersaxî da Nêçîrvan Barzanî

Çavusoglu sersaxî da Nêçîrvan Barzanî

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, ji ber wefata Dilovan Îdrîs Barzanî ji Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re sersaxî xwest.

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi pêwendiya telefonê ji bo wefata Dilovan Îdrîs sersaxî da Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî.

Herwiha hevxemiya xwe gihande Nêçîrvan Barzanî û hêvî kir ku ev dawî xema wî û malbata Barzanî be û Xwedayê mezin, xwedêjêrazî bi bihişta xwe şad bike.

Nêçîrvan Barzanî bo vê pêwendiya telefonî spasiya Çavuşoglu kir.

Dilovan Barzanî 52 salî birayê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemiyê 2ê Nîsanê ji celteya dil li Hewlêrê koça dawî kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin