Li Pakistanê rewsa awarte: 4 roj betlane hat ragihandin

Li Pakistanê rewsa awarte: 4 roj betlane hat ragihandin

PeyamaKurd – Li eyaleta Pencabê ya Pakîstanê li herêmên ku hewaya gemarî zêde ye "rewşa tenduristiya gel" hat îlankirin û dibistan û avahiyên hikûmetê 4 rojan wê girtî bin.

Li gorî nûçeya televîzyona Geo Newsê, Serokwezîrê Hikûmeta Demî ya Pencabê Muhsîn Neqvî ragihand, ji sibê ve li herêmên ku hewaya qirêjiya wan zêde ye 4 roj betlane tê ragihandin.

Nakvî bal kişand ku dibistan û avahiyên dewletê wê 4 rojan girtî bin û ji ber qirêjiya hewayê li seranserê eyaletê "rewşa awarte ya tenduristiya gel" hatiye ragihandin.

Nakvî ji welatiyan xwest ku li malên xwe bimînin, Nakvî diyar kir, kesên derkevin derve divê maske li xwe bikin.

- Qalîteya hewayê "xeter e"

Li gorî daneyên şîrketa teknolojiyê ya Swîsreyê IQAir ku nirxên kalîteya hewayê dipîve, nirxa hewayê li Multana parêzgeha Pencabê 442 û li Lahorê jî 374 hatiye tomarkirin. Ev nirx di kategoriya "xetereyê" de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin