PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê, qedexeya çûnûhatinê li herêma Cizîrê ya 10 rojan ragihand ku roja yekem Cejna Qurbanê destpê dike.
Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser ji ber derketina haletên nû yên pêketina vîrusa koronayê û rêgirtina belavbûna wê ya zêdetir, biyarên nû der kirin ku wiha ne:
1- Qedexeya çûnhatinê li herêma Cizîrê tê sepandin, biryara qedexeyê dê piştre ji aliyê Rêveberiya Herêma Cizîrê ve derkirin.
2- Çûnûhatin bi yekcarî di navbera herêma Cizîrê û herêmên din de tê qedexekirin, tenê rê ji bo tevgera bazirganiyê tê dayîn.
3- Kombûn bi awayekî giştî tên qedexekirin (kombûnên werzişî, kombûnên cejnê. Melavangeh, qehwexane)
4- Tevgera basên giştî yên navxweyî di hundir bajaran de tê qedexekirin.
5- Dema vê biryarê 10 roj in û ji yekem roja cejna Qurbanê destpê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin