PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsya yê li Iraqê îro li Hewlêrê civiyan û derbarê pêwendiyên Moskova û Hewlêrê, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û herwiha beşdariya bihêz a aliyên Kurdistanî di hikûmeta nû ya Iraqê de gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Maksîm Maksîmov û şandeya pê re kir, ku ji Konsolosê Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê Viltor Sîmakov û hejmareke dîplomat û berpirsên din pêkhatibû.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Maksîm Maksîmov behsa rewşa Herêma Kurdistanê piştî bûyerên Cotmeha sala buhurî û wan pêşkevtinan kir, ku niha li Herêma Kurdistnê tên dîtin û ragihand, Herêma Kurdistanê karî bi diyaloga bi Bexdayê re beşek ji pirgirêkan çareser bike.
Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re behsa pêvajoya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina pirsgirêkan kir û piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serowkezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî nîşan da.
Herdu aliyan di beşeke din a civînê de rewşa herêmê û geşedanên ku rû didin, nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin