PeyamaKurd – Li welatê Îtalyayê li Girava Sicilyayê ji çiyayê Etnayê yê volkanik xwelî û lav difûrin. Li gor ragihandina medya Îtalyayê; çiyayê Etnayê di bilindahiya 3 hezar metreyan di kratera Voragine de qelşekî di 26ê Hezîranê de vebûye û agir û lav û xwelî jê difûre.
Lava ku wekî avê diherike û xweliya jê diçe mirov dikare ji qûntara Rojhilatê çiya de bibîne. Enstituya Volkanolojî û Jeofizikê ye netewî ya Îtalyayê (INGV) beşa Katanyayê ji bo hewagerên ku di ser kratera Katanya de derbas dibin an difirin, hiyariya “tûrûnc” belav kir.
Lê balafirgeha nêzî Etnayê ya Katanya Fontanarossa ji tevgera çiya bandorê nagire.
Çiyayê Etnayê di parzemîna Ewrûpa de, bi bilindahiya 3,300 metreyan çiyayê bi tevger yê agiriye.