Li Qosera Mêrdînê karsazekî Kurd ji vîrusa korona can da

Li Qosera Mêrdînê karsazekî Kurd ji vîrusa korona can da

PeyamaKurd - Li navçeya Qoserê ya Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, karsazekî Kurd bi navê Cahit Çetîn ji ber vîrusa koronayê can da.

Hat zanîn ku Cahit Çetîn ê 68 salî beriya 10 rojan bi Covid-19 ketiye û li nexweşxaneyê dihat dermankirin.

Hevjîna Cahît Çetîn, Verdî Çetîn a 60 salî jî bi koronayê ketiye û ew jî li nexweşxaneya Qoserê di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Cahit Çetîn bavê 16 zarokan bû û niha hemû zarokên wan jî di qerentîneyê de ne.

Li gorî amarên ku Wezareta Tendirustiya Tirkiyê yên doh hatine belavkirin, li bajarên Bakurê Kurdistanê 605 kesên bi vîrusa korona ketine hatine tomarkirin, lê hurgiliyên bajaran û haletên mirinan nehatine eşkere kirin.

Heta niha li gorî zanyariyên xwecihî, li Amedê 5 kes, li Wanê kesekî 70 salî û li Mêrdînê jî 3 kesan ji vîrusa korona can daye. Wezareta Tenduristiya Tirkiyê li ser amarên mirinan ên li Bakurê Kurdistanê ti daxuyaniyên zelal hîn nedane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin