PeyamaKurd- Êrîşên li dijî partiya HDPê zêde dibin. Êrîşa herî dawî jî li Enqerê bû.
Hevserokê HDPê Sezai Temelli bi namzetê HDPê Veli Saçilik re li Enqerê mîtîngek pêk anî. Piştî mîtînga HDPê belav bû, 6 kesan êrîşî HDPyiyan kir. Di encama êrîşê de hinek kes birîndar bûne. Êrîşkar hate binçavkirin.
Hevserokê HDPê Sezai Temelli di mîtîngê de axivî û got HDP wê dengê heqîqetê li her derê bilind bike. Namzetê me yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş hê jî di girtîgehê de ye. Me serî li dadgehê daye. Li vir jî ez banga xwe li wan dikim, bila berî gavekê wî berdin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin