Rojanameya Haaretz a Îsraîlê ji zimanê çavkaniyên Amerîkayê ragihandiye ku Îsraîlê di mehên borî de, du caran êrîşî kargehên nukleerî û baregehên Pasevanên Şoreşa Îranê kiriye.
Li gorî rojnameyê Îsraîlê di meha Hezîrana borî de êrîşek li dijî kargeha nukleerî ya li Tehranê pêk aniye û herwiha di meha Îlonê de jî bi moşekan êrîşek biriye ser baregeha Pasevanên Şoreşê yê Îranê li Tehranê.
Hatiye diyarkirin ku rêveberiya Tel Avîvê beriya êrîşa Amerîka agahdar kiriye û piştre ew êrîş pêk anîne.
Herwiha di nûçeyê hatiye gotin ku rêveberiya Amerîkayê, di mijara dosyeya atomî de serokwezîrê nû yê Îsraîlê Naftalî Bennett ji Benyamîn Netanyahû şefaftir dibîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin