PeyamaKurd – Piştî biryara çend hefte berê ya Rêveberiya Xweser a derxistina koçberên ji Sûriyê yên Kampa Holê, îro 16ê Mijdarê bi serperiştiya Meclîsa Sûriyê Demokrat (MSD), 515 kes ji 120 malbatên Sûrî ji kampê hatin derxistin.
Li gorî zanyariyan 515 kesên ji 120 malbatên Sûrî yên ji kampa Holê ya Hesekê hatine derxistin, piraniya xelkê bajarê Dêrazorê ne.
Rêveberiya Xweser, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Komîsyona Karûbarên Civakî û Desteya Hundirîn 5 ê Cotmeha 2020an biryar dabûn malbatên Sûrî yên bixwazin ji kampê derkevin.
Kampa Holê 40 kîlometre li rojhilatê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê ye, li gor amarên Neteweyên Yekbûyî 65 hezar kes tê de hene ku piraniya wan malbat û xizmên çekdarên DAIŞê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin