Selman ji Amerîkayê re got: Ji Sûriyê venekisin

Selman ji Amerîkayê re got: Ji Sûriyê venekisin

Prensê Erebistana Si’ûdî Selman, bang li Amerîkayê kir: Divê hun ji Sûriyê venekişin.

Welîehdê Erebistana Si’ûdiyê Prens Muhammed bîn Selman li ser biryara ku Amerîka ji Sûriyê vedikişe got: “Em bawerin divê leşkerên Amerîka eger bo demeka dûr û dirêj nemîne jî bo wexteka normal, divê li Sûriyê bimîne.”

Selman got ku bi mayîna leşkerên Amerîka li Sûriye, Amerîka dikare bandora Îranê li ser herêmê bişkêne. Mayîna leşkerên Amerîka li Sûriyê, wê derfetê bide ku di dahatûya welat de bibe xwediyê soz.

Selman got ku Îran bi rêya wekîl mîlîsên xwe dixebite ku ji Beyrûdê heya Tehranê di ser Sûriyê û Iraqê de bandora xwe bikarbîne û weha dewam kir:

“Eger Amerîka ji Sûriyê leşkerên xwe vekişîne, hun ê noqteyên kontrolê ji dest xwe berdin û ev korîdor wê bibe sedema ku her tişt tê de biqewime.”

Selman di mijara mayîna Beşer Esed li ser text de ragihand ku gelek zahmete ji ser text were xwar û Selman weha got: “Hêvîdarim ku Esed nebe kûkla Tehranê. Beşer li ser text dimîne. Lê ez bawer nakim ku berjewendiyên Esed bi her tiştê ku Îran bixwaze re li hev bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin