PeyamaKurd- Mîlîsên bi ser muxalefeta Lîbyayê ku serpereştiya wan general Hafter dike, li rojhilatê bajarê Trablûsê li bajarê Kisallatayê 3 karkeran revandin û paşî wan kuştin. Li gor hukumeta rewa ya ku di navdewletî de tê qebûlkirin, bi sedema operasyona bi navê ‘Volqana Hêrsê’, di ser hesabê xwe yê facebookê de, bi nivîskî ragihand ku roja îna borî, mîlîsên Hafter 2 karkerên Lîbyayî û 1 karkerê biyanî, dema ji karê xwe derketine wan revandine û kuştine. Cesedê wan li herêma Eş-Şerîdatê, avêtine ser rê.
Her dû terefên Lîbyayê di 12 ê meha borî de bi pêşniyariya Tirkiyê û Rûsyayê, agirbesê qebûl kiribûn lê mîlîsên Hafter gelek caran agirbesê îhlal dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin