PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di nav 24 demjimêrên borî de, 150 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 kesan jî can da.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 150 kesên bi vîrûsa koronayê ketine; 29 kes li Hewlêrê, 33 kes li Silêmaniyê, 83 kes li Duhokê, 4 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.
3 kesên can dane jî 2 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ne ku bi tevahî di rojekê de 298 nexweş jî baş bûne.
Li seranserê Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 102417 kesan, ya mirinan bû 3359 kes û heta niha 68179 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin