'Me dest bi vekisandina hinek kelûpelên leskerî kiriye'

'Me dest bi vekisandina hinek kelûpelên leskerî kiriye'

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku wan dest bi vekişandina hinek kelûpelên leşkerî yên li Sûriyê kiriye.

Li gor daxuyaniya rayedarekî Pentagonê bo ajansa Tirkiyê Aayê, rayedarê Pentagonê got, “Ez piştrast dikim ku me dest bi vekişandina hinek kelûpelên leşkerî ji Sûriyê kiriye”.

Herwiha televizyona CNN a Amerîkayê jî îdia kir ku Fermandariya Navendî (CENTCOM) keştî û balafirên ji bo vekişînê diyar kirine.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo herî dawî li Misirê ragihandibû, Serok Trump ji nû ve difikire ku serdestiya leşkerî li Sûriyê pêk bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin