Pêsîya êrîseke ser Kor Morê hat girtin

Pêsîya êrîseke ser Kor Morê hat girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê danê sibehê pêşiya êrîşeke moşekî ya ser kelgeha gazê Kor Morê hatiye girtin û 4 moşekên katyûşa hatine desteserkirin.

Hêzên Komando yên Pêşmerge ragihandine ku wan îro danê sibehê li nêzîkî devera  Zembûr a Silêmaniyê 4 moşekên katyûşa desteser kirine ku amadekarî ji bo êrîşeke nû ya ser kelgeha Kor Morê dihat kirin.

Herwiha hat ragihandin ku dê ew moşekên katyûşa ji bo êrîşa ser kelgeha Kor Mor a dikeve ser nehiya Qadir Kerem a Silêmaniyê bihatina bikaranîn.

Beriya niha jî gelek caran ji aliyê komên milîsên îranî ve, êrîşên moşekî bi ser Kor Morê de hatibûn kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin