ENKS: Yek du xalên girîng mane ku ji Lêvegera Siyasî xelas bibin û li hev bikin

ENKS: Yek du xalên girîng mane ku ji Lêvegera Siyasî xelas bibin û li hev bikin

PeyamaKurd – Danûstandinên ji bo yekrêziya nav mala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di navbera ENKSê û PYNK berdewam in. Di derbarê danûstandinên ji bo yekrêziya nav mala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Endama Desteya Serokatiya ENKSê dibêje, wan gelek xalên di Lêvegera Siyasî de çareser kirine û tenê “yek du xalên girîng mane” û Sekreterê Partiya Aştî ya Demokrat jî dibêje, ew niha li ser erkê lêvegerê û hejmara wê radiwestin.

Endama Desteya Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif, di derbarê danûstandinên li gel PYNKê axivî û got, wan mijar gelek bi başî li gel hev gotûbêj kirin û gelek xalên di Lêvegera Siyasî de çareser kirine û tenê “yek du xalên girîng mane ku ji Lêvegera Siyasî xelas bibin û li hev bikin.”

Endama Desteya Serokatiya ENKSê amaje bi wê dike, car caran astengî derdikevin jî, lê herdu alî hewl didin wan astengiyan bidin alî û karê xwe berdewam bikin û hîn “pirsa reveberî û leşkerî maye ku li ser li hev bikin.”

Herwiha Sekreterê Partiya Aştî ya Demokrat Telal Mihemed, ku di nav PYNKê de cih digire, di derbarê danûstandinên aliyên Kurdî de axivî û got, danûstandin di qonaxa duyem de li ser Lêvegera Siyasî berdewam in, lê heta niha ti encam jê derneketine û hîn çend civîn pêwîst in heta ku xala Lêvegera Siyasî bidawî were.

Herweha Telal Mihemed aşkere kir, ku ew niha li ser erkê lêvegerê û hejmara wê radiwestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin