PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku heta niha 64 kes li Tirkiyê hatine girtin ku li ser medya civakî derbarê qedexeya çûnûhatinê ya derbarê vîrusa koronayê de parvekirin kirine.
Suleyman Soylu, belavkirina peyam û parvekirinên li ser mijara qedexeya çûnûhatinê bo Tirkiyê wekî karê terorê pênase kir û got, ev yek karê Amerîka û FETOciyên Almanî ye û dixwazin xelkê bixin rewşeke aloz.
Li Tirkiyê li gorî amarên fermî hejmara miriyên ji vîrusa koronayê gihîştiye 4 kesan û 359 kes jî bi vê vîrusê ketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin