Dr. Dilovan Mihemed daxuyaniyek li ser nexwesên Korona û bûyerên dawî da

Dr. Dilovan Mihemed daxuyaniyek li ser nexwesên Korona û bûyerên dawî da

PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed daxuyaniyek li ser agahî û bûyerên dawî da.

Di kongreyeke rojnemevanî de îro Çarşemê Dr. Dilovan Mihemed axivî û diyar kir, hîn jî rewşa 80 nexwêşên Koronayê ne baş e û ji wan nexweşan 40 heb li nexweşxaneyên hikûmî ne û 40 jî li nexweşxaneyên ehlî ne.

Dr. Dilovan Mihemed herwiha di derbarê êrîşa li ser karmendên Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê jî de axivî û destnîşan kir, dê rêkarên yasayî beramber wan kesan werin girtin û lêkolîn di derbarê bûyerê de destpê kiriye.

Şeva borî bi dehan kesên kesûkarên nexweşekî bi temen ê wefatkirî, êrîşî ser Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê kirin û du karmend birîndar kirin. Herwiha ziyan gehandin beşek ji tişt û amûrên nexwaşxaneyê.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin