25 kesên din ji koronayê mirin û 706 kes jî pê ketin

25 kesên din ji koronayê mirin û 706 kes jî pê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê ragihand.

Wezareta Tunduristiyê da xuyakirin, di nav 24 saetên borî de, 706 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 25 kesan jî can daye.

Herwiha 521 nexweşên koronayê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Tevî van amaran heta niha li seranserê Herêma Kurdistanê 44 hezar û 695 kes bi koronayê ketine, 28,674 kes baş bûne, hezar û 617 kes pê mirine û hêj14 hezar û 404 kes jî tedawî dibin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin