Kêşeya Mûçeyan li Herêma Kurdistanê…

Li Parlamentoya Iraqê, Pêşnumaya Qanûna Qerzgiriya Derveyê, bi tevî berteka mebûsên kurd jî hebû, dîsa ji aliyê mebûsên ereb ên Şi’a û Sunî ve hatiye pejirandin. Li ser vê bûyerê, Lîderê Partîya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd, daxuyanîyek bo hikûmeta Kurdistanê û mebûsên kurd ên li Parlamentoyê daye.

Sê pêşniyaz bo hikûmet û mebûsên kurd ên li Parlamentoyê kirine.


1 – Divê êdî ji hikûmeta Iraqê budçe û mûçe neyên xwestin.

2 – Divê kurd, xwe ji Baxdayê vekêşin.

3 – Divê bo aborîyek serbixwe Herêma Kurdistanê bilez xwe bi rê bixîne. (nêrînazad, 12 Ç. Paşîn 2020)

Lîderê Partîya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd, ramanê xwe bi vî awayî anîne zimên. ”…Parlamentoya Iraqê, bi tevî boykota parlamenterên kurd û pêkneanîna jimara qanûnî jî pêşnumaya qanûna qerzgirtinê ya ku bi peymana Hewlêr-Baxdayê ra ne li hev kiriye, pesend kir. Di pêşnumaya qanûnê da, 320 milyar dînar budçeya mûçeyê ya ku bo Herêma Kurdistanê dê bihata şandin hat îptalkirin.

Mihemed Hecî Mehmûd, Sekreterê Giştî yê PSDKyê, derbarê mijarê da bi nivîskî daxuyand ku bi tevî dijmintîya di navbera partîyên Şi’a û Sunî yên li Parlamentoya Iraqê jî bi mebesta birîna budçeya Herêma Kurdistanê bûn yek û biryarek şowenist bi hev ra îmze kirin.

Mihemed Hecî Mehmûdê ku bertekek tund li hember vê biryarê nişan da, axaftina xwe wiha domand: “Ger em hemû dahata Kurdistanê û xaka wê radestî Iraqê jî bikin, hikûmeta Bexdayê ne amade ye ku budçe û mafên meşru yên Herêma Kurdistanê bide. Îro dijmintiya navbera Şi’a û Sunîyên li Iraqê ji her demî zêdetir e. Ancax dema ku desteserkirina maf û mûçeyên herêma Kurdistanê bên rojevê hemû yek dil û yek deng dibin.”

***

Ez dixwazim li ser pêşniyazên yekemîn û duyemîn ên Mihemed Hecî Mehmûdî nirxandinek bikim. Ez jî di wê qen’etê da me ku li ser hev ji Bexdayê xwestina mûçeyan a kurdan metirsîdar e. Divê kurd li çareseriya çaksazkirin û xurtkirina aborîya xwe binêrin.

Heta îro gelek heyetên kurdan, bo mûçe û budçeyê li rêya Bexdayê çûne û hatine. Gelek caran hatiye ragihandin ku di mijarên budçe, mûçe, petrol, mûçeyê pêşmergeyan û hwd. da hevdîtin, peyman hatine kirin.

Gelek caran jî hatiye ragihandin ku ji Bexdayê heyet hatine Hewlêrê, di heman mijaran da hevdîtin, peyman hatine kirin.

Bi tevî van hemîyan jî ev mijar ji çend mehan carek tekrar tê rojevê. Gazin ji neşandina mûçe û budçeyê ya Bexdayê tê kirin. Ev bo Rêveberîya Herêma Kurdistanê fikarek pir mezin e. Ev rewşek e ku azadîya Kurdistanê dimehîne û ji hevda dixîne. Jiber vê divê Rêveberîya Herêma Kurdistanê, li çareserîya aboriyek xurt û serbixwe bigere. Radestnekirina petrola kurd bo Bexdayê, îxrackirina petrola xwe bi destê xwe, pir girîng e.

Ez difikirim ku çaresernekirina mûçe û budçeyê ji alîyê Bexdayê ve helwestek e ku bizanîn tê krinê; armanca esasî jî ew e ku azadîyê lewaz bike, kurdan wek parsekê bexdayê nîşan bide, kurdan mecbûrê Bexdayê bike.

Dikare bê ramîn pêvajoyek e ku bi peymanên ji berê ve di nevbera Hewlêr û Bexdayê da hatine kirin wek saet dimeşe, tu pirsgirêk jî tuneye. Rawêjek wiha jî dikare bê ramîn. Ji sepandinên ku ta roja me hatine dîyar e, ev projeyek, rawêjek e ku dê tu car nekeve merîyetê. Eynî wiha be jî divê dîsa jî Hewlêr, ji Bexdayê mûçe û budçe nexweze. Divê Hewlêr di rêya xurtkirina aborîya xwe da hewl bide. Hewldana ku dê Rêveberîya Herêma Kurdistanê li ser piyan bigire ev e.

Divê di vê çarçoveyê da kiştûkal, ajalvanî, turîzm bê bihêzkirin. Li herêmê xwarina goşt zêde ye. Wê demê divê kurd ji îdxalkirina goşt bêtir, rêya berhemînanê bibînin.
Divê her kes ne di nava payîna mûçeyê da be. Divê keddana bo keştûkal, ajalvanî û turîzmê girîng be.

Li otêl, aşxane û kafeteryayên bajarên mezin ên wek Hewlêr, Silêmanîye, Duhokê garsonên Bengladeşî, Filîpînî û yên ji Rojhiltadûr hatine dixebitin. Kurd jî dikarin bi xebata li van qadan debara xwe bikin. Bi xebata li van qadan temînkirina pêdivîyên malbatê, ji payîna mûçeya her mehî, pir bi rûmettir e. Gelo dema ku kurd koçê Ewropayê dikin bi her karî qayîl nabin? Gelo wê deme ev kar rûmeta me xera dike, dibêjin? Divê kurd li hember hin reftarên xwe yên kevneşopî derkevin.

Ji xeynê vê, divê kurd mijara îsrafa xwarinê, sedema zêdederketina xwarinan bi awayek dûrûdirêj biramin. Divê dev ji vê îsrafê bê berdan.

Divê kurd ji zîhniyeta bidestxistina xaniyên ji hev meztir, xemlandina wan a bi cur be cur mobîlyayan jî dûr bikevin. Bi siwareyên taybet çûna rêya nêzîk, ne tenê bo aborîyê belbî bo tenduristîya wan jî bizirar e.

Tiştê herî baş ku dê karibe bo zarokan bê dayîn perwedehî ye. Zarok an xortê ku perwedeyek baş girtîye, dahatûya xwe ava dike. Têgihîştina ‘bila xaniyek bo zarokan be’, ‘siwareyek jî bo zarokan be’, ‘pereyek li bankayê jî bo zarokan hebe…’, ‘xanîyek, siwareyek bo zarokê din be…’ seqet e.

Kurd, bi taybetî jî ên rêveber, divê ji azwerîya komkirina mal-milkan dûr bikevin. Divê bo vê rêveberên Îsraîlê mînak bigirin. Divê wek mînak jîyana Golda Meirê ( 1898-1978) îlhamê bide kurdan.

Ji derveyê van hemîyan, divê kurd, wek mînak çawanîya geşedana tekoşîna dijîkolonistan, tekoşîna rizgarîya netewî ya li Afrikayê baş lêbikolin. Wek mînak di dawîya salên 1940an da, li Kenyayê ev tekoşîn çawa bipêş ketiye, divê bo kurdan lêkolîna vê mijarê girîng be. 

Bo civatek ku ne xwedî statuya kolonî ye jî bi tevî nifûsek ew qasî mezin jî nikarîye bibe endamê malbata netewên dunyayê, kategorîya herî girîng a jîyanî, rûmeta herî baş azadî ye. Bo ku karibe bigihîje vê azadîyê jî divê karibe hin mehrûmiyetan ragire.

Dîyarîya herî baş, herî bi rûmet ku karibe bo zarokan bê dayîn, divê Kurdistanek azad be.

***

Jîyana lûks a kurdan, bi taybetî ya rêveberên kurdan, her dem gotineke Mele Mistefa Barzanî tîne bîra min. Mehên ewil ên Peymana 11ê Adara 1970yê… Rojek, Îsa Siwar, bi siwareyek pir lüks tê zîyareta Mele Mistefa Barzanîyê li biryargeha Gilalayê. Dema Mele Mistefa Barzanî bi vî awayî Îsa Siwar dibine, pir diheyîre. Ji biryargehê der tê, nêzî Îsa Siwarê ku ji siwareyê peya dibe, tê, jêra dibêje, ‘Îsa, wan rojên me yên ku em ji çiya diçûn çiyayan, ji şikeft diçûn şikeftan jibîr neke. Hîn her tişt xelas nebûye…

Li gorî qen’eta min gotina “hîn her tişt xelas nebûye…”, ev gotinek û bibîrxistinek pir girîng e.1970-2020. 50 salên ku di navê ra derbas bûne. Li ser hev ji Bexdayê xwestina mûçe-budçeyê nişan dide ku her tişt xelas nebûye. Ji xeynê vê, xwestina mûçeyan ji Bexdayê azadîya Rêveberîya Herêma Kurdistanê dihedimîne, binyada xweser sist dike.

Li dawîya salê 1940an, sere salê 1950yan… li Kenyayê Tekoşîna Rizgarîya Neteweyî li hember îngilîzan, Tevgera Maû Maûyê dimeşîya. Piraniya beşdarên tekoşînê hatibûn zindanî kirin. Piraniya gel koçî welatên cîran kiribûn, penaber bûn. Jarîyek pir giran hebû. Lê bi tevî van hemîyan jî li Nairobiyê meşên rizgarîya neteweyî, xwepêşandan dihatin kirin. Di destê îngilîzan da tifingên otomatîk, yê Kenyayîyan da jî dar hebûn. Di her meşî da bi dehan Kenyayî dihatin kuştin. Lê bi tevî van hemîyan jî tekoşîn, meşên serxwebûnê, xwepêşandan jî didomîyan. Meş bi pîyên xwas dihatin kirin.

Salên dawîya 1940an û serê 1950yan… Ew sal in ku azadî bo Kenyayîyan ji nên bêtir bi rûmet e… Kenya bi tevayî di 1963yê da gihîşt serxwebûna xwe. (Baskin Oran, Azgelişmiş Ülke Milliyetçiliği/Neteweperwerîya Welatê Paşmayî, Kara Afrika Modeli/Modela Afrikaya Reş, Weşanên Bilgiyê, Ankara, çapa 3., Çile 1977 r. 149-152)

Îsa Siwar pêşmergeyek bû. Fermandarek pir girîng bû. Fermandarek pir nêzîkî Mele Mistefa Barzanî bû. Di sala 1947ê da, bi Mele Mistefa Barzanî ra, di nava koma pêşmergeyên ku bo Yekîtîya Sovyetan îltîca kiribûn da, cih girtîbûye… Hevjîna Îsa Siwarî Molgaxan Rûs bû.

Di sala 1958ê da, di vegera ji Yekîtîya Sovyetan da, Îsa Siwar û hevjîna xwe Molgaxan bi hev ra beşdarî Partîya Demokrat a Kurdistanê bûne, di sala 1961î da jî beşdarîya hêzê pêşmergeyan kirine.

 

Werger: Ahmed KANÎ / Rojnameya Kurdistan

 


İsmail Beşikçi

25.12.2020


 

 


Ev nivîs 211024 car hatiye xwendin.