Keleme Çavê Ciwanan...
Tê bira min di zarokatîya me de keçên ku panzdeh salîya xwe derbas dikirin, ji wan re digotin “keça gehîştî” xortên bist salî êdî wextê zewacê derbas kiribû. Herçendî mirov niha li çavek cûda li wan salan binêre jî, li gor şert û mercên wê demê ev nêrin nêrînek gelek di cihê xwe de bû.
Sal û dem borin. Şert û merc jî borîn helbet nedibû ku ew edet wekî xwe bima.
Berê hertiştê jiyana bajarvanî rêya xwendinê li ber keç û xortan vekir.
Bi xwendinê orf û edet guherîn. Êdî ciwan ketin pey jiyanek nû…
Berê salên zewacê ji boy xortan ji bistî ber bi bist û pencan, ji boy keçan ji panzdeh salî ber bi bistî ve herîkî. Heta hingê hertişt normal bû. Dayk û bav jî digotin: heta zarok xwendinên xwe neqedînin nabe hvd. Berê malbat li gor aborîya xwe bi xwe di warê aborîyê de alîkarîya ciwanan dikirin. Bi destên xwe ew dizewicandin lê di van salên dawî de êdî alîkarîya malbatan jî têra zewaca cîwanan nake. Îro tu ji kî/kê dipirsî ji nexwestina zewaca cîwanan bi gazinin. Mixabin êdî temenê kesên nezewicî ji sîh û penç salî heta çil salî derbas kirîye…
Baş e, lê çi ye ewa ku ciwanan ewqas ji zewacê dûr xîstîye?
Belê! Rast e, di nav civakê de hejmara keç û xortên sal mezin ên ku nezewîcîne roj bi roj zêde dibe.
Mixabin berdana jin û meran jî her viha berewajî dayk û bavên me roj bi roj zêde dibe. Û mixabin hîmê malbata misilmanan hildeweşe.
Bê gûman gelê kurd jî ji vê rewşê nesîbê xwe hildigirin.
Ev mezintirin xetere ji bo pêşeroja malabata ye. Lewre malbat stûna civakê ye.
Civaka ku malbat tê de bi aram nehewin, di wê civakê de ferdên bi tendurîst bigehin zahmet e, taybet zarok!
Vêca em werin ser pirsa xwe; sedema vê rewşa kambax çîye?
Ji bo vê yekê bê gûman li gor herkesî sedem ne yek be jî; dîsa gelemperî em dikarin qala çend tişta bikin. Bi raya min sedema yekem ew e: cîwan beî ku jiyana xwe têkûz bikin naxwazin bikevin ber berpirsîyarîya zewacê. Ya dûyem aborî! Mixabin di van salên dawîn de ew lêçûyênên(mesref) ku di dawetan de û ji bo malbata nû dibin, daxwazên malbatan ên ji hedê xwe der, metirsîyek mezin xwe li ciwananan radipêçe. Dike ku ciwan ji zewacê veciniqin. Sedema sêyem jî taybet ji bo keçan tirsa ji dûr ketina azadîya şexsî ye. Mixabin “nûjenî” bi xweşî û nexweşîyên xwe ve jiyana me dagirtîye. Em roj bi roj ji dîyardeyên xwe dûr dikevin. Veca dema dem û sal diborin mirov bêhtir li pey şert û mercan digere nema zu biryar dide…
Berîya hertiştî ew kesên ji vê rewşê gazin dikin divê li xwe vegerin. Li malbata kurdî, orf û edetên kurdî xwedî derbikevin. Bila destûr nedin jiyana bajarvanî ya nûjen wan ji dîyardeyên wan dûr bixe. Divê dê ûbav giringîya pîrozîya malbat û zewacê bi zarên xwe baş bidin zanîn. Divê ciwan baş bizanibin ku; bi dûr ketina zewacê azadîyek sedî sed bidest nakeve.
Jina ku di civakê de bi tena serê xwe bijî bêhtir di xeterê de dibe. Sîyaneta wê kêm dibe. Dayikatî û hevserî di nav civakê de rûmetek mezin dide jinan. Bê gûman divê bê zanin ku zewac, ji xwendin û xebatên jinan re nabe asteng. Di civakê de bi hezaran mînakên baş jî hene.
Û divê malbat ji dev ji mesrefên ji edetan der berdin. Berê hertiştê aramîya civanan û malbata wan ji xwe re bikin armanc. Divê civak çavên xwe veke rastî jî malbata îslamê, ya kurdan dibin xeterek mezin de ye. Xwedê gelê me û gelê Îslamê ji vê xeterê bixparêze. Me li me vegerîne. Daku em ji wek bav û kalen xwe bibin xwedî malbat û zarok, bi aramîya malbatên xwe ve serbilind bibin…
Ev nivîs 211152 car hatiye xwendin.