Serbest Ferhan Sindi
Serbest Ferhan Sindi Hemû gotarên nivîskar

Perûya pêla xiyanetê Serokkomariya Iraqê ye!

Pêla xiyanetê ya di cerg û dilê Kurdistanê de ji cehşîtiya 66an vir ve bi hemû tundiya xwe lê dide.

Erê pêla xayintiyê ji Îbrahîm Ahmed dest pê nekir lê bi wan gihîşt lûtkeya xwe û bi awayê herî berbiçav xwe nîşan da.

Dema hat gotin xaîntî û cehşîtî îdî ew hatin bîra raya giştî ya Kurdistanî.

Bûyer li pey bûyeran, derb li dû derban û şikestin li dû şikestinan, bi sedê hezaran şehîd li pey xwe rêz kirin û derbas bûn.

Lê belê dîsa rêyek li yên berê diçû û ev dibû sedemê bexişandina wan. Lewra urf hebû, tore hebû, qedirzanî û şerm hebû.

Lê di roja îro de ne şerm heye ne heya ne jî pozşewitîn...

Ew Lahorê ku Kerkûk bi destê xwe teslîmî pasdarên dagirker kir û xewna sed salî ya Kurdan binax kir, îro bi rehetî li dika bijartina serokkomarê Iraqê rola ku girtibû lîst.

Ewî li ser navê Kurdan ji kîsê milletê Kurdistanê postê serokkomariyekê xiste destê xwe û teslîmî emanetçiyê wî kir.

Vê yekê dilê Kurdan ne careke din sed carên din dax kir... 

Ev dek o dolabên li ser xwîna Pêşmergeyên şehîd tê lîstin bi hemû şetafet û heytehola xwe berdewam in.

Îro pêla xiyanetê careke din şadiya serkeftinê kir...

Ew pîroziya serkeftina mezin a neteweya Kurd helbet dê li pey vê were. Li cihê bawerî hebe bêhêvîtî çênabe...

Encama hilbijartina Kurdistanê gava ewil a şikestina vê pêla xwefiroşî û xiyanetê ye. Dê gav bi gav wek marê dehserî van çepelî û kirêtiyan hemûyan dabelîne.

Bila xem nebe, wek perûya xiyanetê pîroz be Iraq û serokkomariya wê bo bizava rûrereşiyê...

 

Serbest Ferhan Sindi

03.10.2018