Çavusoglu: Me pêsniyara komisyona hevbes li Amerîkayê kir

Çavusoglu: Me pêsniyara komisyona hevbes li Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê kirîna S-400an ji Rûsyayê û balafirên cengî F-35ên Amerîkayê de da xuyakirin ku wan pêşniyara komisyona hevbeş li Amerîkayê kiriye.

Mevlut Çavuşoglu, di civîna hevpar a rojnamevanî ya digel wezîrên Tirkiye-Polonya û Romanyayê daxuyanî dan.

Çavuşoglu li ser daxuyaniyên Amerîkayê yên derbarê Sûriyê de jî got, “Biryara vekişîna ji Sûriyê jî di nav de, ji gelek saziyên Amerîkayê daxuyaniyên nakok tên dayîn.”

Wezîrê tirk li ser îdiayên ku heke Tirkiye sîstemên parastina hewayî S-400an bikire, dê agahiyên sîstema F-35an ji aliyê rûsan ve bên dizîn jî diyar kir ku ew wan îdiayan rasteqîne nabînin û got, "Me pêşniyar li muxatabên xwe yên Amerîkî kir, lê hîn bersiv nehatiye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin