Brîtanya biryara rawestandina seferên balafiran bo Misrê da

Brîtanya biryara rawestandina seferên balafiran bo Misrê da

PeyamaKurd- Şîrketa Brîtanî ya bi navê British Airways, bi sedema endîşeyên leşkerî seferên balafiran yên ku bo Qahîre ya Misrê dihatin kirin bo hefteyekî da rawestandin. British Airways bo rêwiyên ku diçûn Qahîre weha ragihand:

“Em daîma bi balafirxaneyên her derê dinyayê re têkiliyan datînin û kontrol dikin. Bo em balafrixaneya Qahîrê di çav de derbas bikin, bo me wext pêwiste û bi wê sedemê me bo 7 rojan seferên xwe daye rawestandin.”

Di beyanê de nehat ragihandin bê sedem çiye ku seferan dane rawestandin. Wezareta karen derve ya Brîtanyayê rêwiyên ku herin Misrê, di mijara ‘rîska terorê di seferan’ de hişyar kir û got seferên ku ji Misrê bo Brîtanyayê tên kirin, bo wan tedbîrên îlawe hatine danîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin