Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir:
8ê Tebaxê li gundê Şiyûx ê Kobanî mayinek ji bermahiyên rêxistina terorîst a DAIŞê teqiya. Di encam teqînê de 4 zarokên ku pezê xwe li zeviyên çandiniyê diçêrandin birîndar bûn. Piştî bûyerê zarokên birîndar yekser ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Hêzên ewlekariyê destnîşan kirin, ew di her mercan de ji bo peydakirina ewlehiya gelên xwe dixebitin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin