Êdî jin li Erebistana Siûdî dikarin bibin lesker

Êdî jin li Erebistana Siûdî dikarin bibin lesker

Li Erebistana Siûdî mafê leşkerbûnê ji jinan re hate dayîn.

Li gor malpera fermî ya Erebistana Siûdî SPA, Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê mafê serlêdana elektronîk ji jinan re vekiriye ku bikaribin bibin leşker.

Namzedên ku serî lêdanê bikin, herî kêm pêwîste dibistana amadeyî xilas kiribin, herwaha rûniştvanên bajarên Riyad, Mekke, Medîne, El Qasim, Asir, El Beha, Eş Şarqiye bin.

Herwaha di nava mercên ku hatine diyar kirin de jinên ku dixwazin bibin leşker pêwîste hemwelatiyên Erebistana Siûdî bin, di temenên 25 heta 35 de bin, bejna wan herî kêm 1.55 be û ceribandinên ku bên kirin jî pêwîste derbas bikin û pêwîste li ti saziyeke din a dewletê de ne erkdar bin û bi keseke biyanî re ne zewicî bin.

Hat zanîn serlêdan heta roja pêncşemê dê berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin