Prof. Dr. Teyîb Sabir ji ber Koronayê canê xwe ji dest da

Prof. Dr. Teyîb Sabir ji ber Koronayê canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Bi sedeme nexweşiya vîrusa Koronayê, bijîşkê pispor ê neştergeriya giştî û mamosteyê zanîngehê yê li fakulteya tibê, Prof. Dr. Teyîb Sabir canê xwe ji dest da.

Prof. Dr. Teyîb Sabir yekem bijîşkê Kurd bû ku li ser asta Iraqê rûmeta navê ezmûnkarê navdewletî li welatê Brîtanyayê li Royal College wergirtibû.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî, li ser koça dawî ya Prof. Dr. Tayîb Sabir, peyameke serxweşiyê belav kir û diyar kir: “Herêma Kurdistanê, zanayekî mezin ê bijîşkî ji dest da.”

Saman Berzincî herwiha destnîşan kir: “Xwedê jêrazî, bijîşkekî dilsoz û pêşeng û navdar ê Nexweşxaneya Rizgarî ya bajarê Hewlêrê bû, gelek bi ked û mirovdostî, bi rêk û pêk xizmeta bijîşkî dikir û bi hezaran neştergerî ji bo çareseriya nexweşiyan encam dane û xizmeteke mezin di warê perwerdekirina bijîşkên pispor de kiriye.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin