NYê, êrîsa li Sudanê sermezar kir

NYê, êrîsa li Sudanê sermezar kir

PeyamaKurd- Di daxuyaniya ku ji aliye Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat ragihandin de hat diyarkirin ku Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres, êrîşa li Sudanê ya ku bû sedema kuştina 22 kesan, şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliye Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Antonio Guterres, êrîşa asîmanî ya ku li Sudanê 22 kes ji ber mirin, şermezar kir û ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re jî sersaxî xwest.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Sekreterê Giştî, gelek bi fikar e ku şerê berdewam di navbera hêzên çekdar de dibe ku tevahiya herêmê bêîstiqrar bike û Sudanê bîne ber sînorê şerekî navxweyî yê berfireh."

Di şer û pevçûnên duh ên navbera leşker û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) berdewam dikin de leşkerên şer, bi balafiran êrîşî Taxa Dar es Selam a Umdurmanê ya rojavayê paytextê kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin