Pistî encamên pozîtîf ên koronayê Parlamentoya Kurdistanê karê xwe rawestand

Pistî encamên pozîtîf ên koronayê Parlamentoya Kurdistanê karê xwe rawestand

PeyamaKurd - Parlamentoya Kurdistanê îro 10ê Hezîranê bi daxuyaniyekê ragihand, pişkinîna koronayê ji 197 kes ji parlamenter, fermanber û desteya serokatiya parlamentoyê re hat kirin.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê piştî derketina encamên pozîtîf ên testên vîrusa koronayê  biryar da ku tevahiya kar û çalakiyên parlamentoyê heta du heftiyan werin rawestandin.

Parlamentoya Kurdistanê ragihandibû ku encamên 4 pişkinînên koronayê li parlamentoyê pozîtîf  derketine ku yek ji wan parlamenter e, lê belê navê wî nehatibû eşkerekirin.

 Li Herêma Kurdistanê di van sê hefteyên dawî de, hejmara pêketina bi koronayê bi awayekî bilez bilind bûye. Li gorî amarên Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê heta niha Hezar û 637 kes bi vîrusa korona ketine, 546 kes baş bûne û 30 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin