Azerbeycan li Marasê taxekî ji 1000 xaniyan ava dike

Azerbeycan li Marasê taxekî ji 1000 xaniyan ava dike

PeyamaKurd – Piştî erdheja Maraşê ya Bakûrê Kurdistanê, dewleta Azerbeycanê li bajarê Maraşê taxekî ji 1000 xaniyan ava dike û ji bo destpêkê niha asasê 24 sinifan yê dibistanê danî. Erdoğan û Aliyev di rêya video konferansê de tevî merasina danîna asasê avahiyan bûn û wê avakirina taxê di nav yek salekî de biqede.

Danîna asasê dibistana seretayî, ji 24 polan pêktê û di nava taxê de wê mizgeft hebe. Navê dibistanê wê ‘Dibistana Seretayî ya Haydar Aliyev’ be. Di dibistanê de xwaringeh, pirtûkxane, kantîn û ciyên civakî hebin. Ciyê taxê li ciyê ku Bulwara Azerbeycan û Bulwara Haydar Aliyev digihên hev e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin