Hewramî: Dadgeha Federal li ser demokrasiyê gef e

Hewramî: Dadgeha Federal li ser demokrasiyê gef e

PeyamaKurd - Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî, li Korbenda Fîkreyê ya girêdayî Enstîtûya Washingtonê ya Siyaseta Rojhilata Navîn, li ser rola Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê ya di têkdana demokrasiya Herêma Kurdistan û Iraqê de gotarekê pêşkêş kir.

Hêmin Hewramî di gotara xwe de anî ziman ku sererastkirina nedestûrî ya 2021ê ya ji bo madeya 3ê ya qanûna hejmar 30 a sala 2005an kir ku hevsengiya nûnertiyê ya Dadgeha Federalî têk bibe û diyar kir ku vê yekê jî nehiştiye ku Herêma Kurdistanê endamê para xwe destnîşan bike.

"Dadgehê sinorê xwe derbaz kiriye"

Hewramî destnîşan kir ku bi vî awayî hevsengiya neteweyî û olî ya Herêma Kurdistan û Iraqê têk çûye û wiha dom kir:

"Dadgeha Federalî, bi rêya berfirehkirina desthelatdariya xwe ya sererastkirinên destûrî û çavdêrîkirina yasadananê, sinor û çarçoveya erkê xwe derbaz kiriye. Biryarên Dadgeha Federalî yên ku di berjewendiya hin komên siyasî de ne, xweseriya Herêma Kurdistanê têk biriye û pêvajoya demokrasiyê ya Herêma Kurdistan û Iraqê xistiye rewşeke metirsîdar."

Hêmin Hewramî destnîşan kir ku Dadgeha Federalî peyrewê navxweyî yên ku bûye sedema pirsgirêkên yasayî û siyasî yên mezin pejirandiye û got: "Herwiha destûr û yasaya rêkarên sivîl ên Iraqê jî binpê kiriye.”

"Rola sererastkirinên destûrî daye xwe"

Hewramî destdirêjiyên Dadgeha Federalî yên li ser sererastkirina destûrê jî destnîşan kir û diyar kir ku Dadgeha Federalî rola sererastkirinên destûrê jî daye xwe.

Endamê Buroya Siyasî ya PDKê herwiha hişyarî da ku Dadgeha Federalî ji bo yekalîkirina dubendiyên siyasî, gefxwarina li sîstema federalî û guhertina wê ya ji bo diktatoriya dadwerî, bûye alavek bi hêz û got:

"Ji ber ku Dadgeha Federalî rola xwe ya destûrî binpê kiriye û ji bo ajandayên siyasî bûye alavek, ji du dadwerên Kurd yek ê wê dadgehê dest ji karê xwe berdaye.”

Hêmin Hewramî di dawiya gotara xwe de ji bo cihêkirin û parastina desthilatan, tekeziya bi lez a çakkirina Dadgeha Federalî û rêgirtina li siyasîkirina vê dezgehê kir û daxwaza sererastkirina tevalî ya kiryarên Dadgeha Federalî kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin