PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant piştî li ser sînorê Lubnanê kontrola rewşê kir, li ser rewşa dawî ya şerê Xezayê daxwuyanî da û got ku artêşa Îsraîlê hem ji bakûr û hem ji başûrê Xezzayê de êrîşê dibin ser Xezzayê û ketine nav jîngehê.
Gallant, ragihand ku artêşa Îsraîlê li Xezzayê bi çekdarên Hamasê re ketina nav şerekî dijwar û serpereştiya Hamasê berpirsên şerê Xezzayê ne. Gallant got:
“Em ê xwe bigihînin serpereştê Hamasê yê Xezzayê Yahya Sinwar. Eger Xezzayî berya me bigihên wî, wê şer kurt bibe. Di dawiya şer de wê li Xezzayê Hamas nemîne. Îsraîl û Amerîka di mijarê de bi koordîne dixebitin. Wê êdî ji Xezzayê tehdîdekî li ser Îsraîlê nemîne û li Xezzayê li hemberê herkesê ku serî hilde, em ê bibin xwediyê mafê kiryarên xwe ku bertekê nîşan bidin.”
Gallant ragihand ku niyeta Îsraîlê tine bi Hîzbûllahê re şer bike lê her îhtîmal hêzên hewayî li hemberê tevgerekî bibe amade ye. Eger Hasan Nasrallah xetayekî bike û bikeve nav şer, wê qedera Lubnanê tayîn bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin