Saredara Kurd pistî bi vîrusa korona ket hat berdan

Saredara Kurd pistî bi vîrusa korona ket hat berdan

PeyamaKurd - Hevşaredara berê ya navçeya Şemrexê ya Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê Nalan Ozaydin ku li şûna wê qeyûm hatiye danîn, piştî ku testa wê ya Covid-19 a li Girtîgeha Tarsûsê pozîtîv derket, bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Hevşaredara berê ya Şemrexê Nalan Ozaydin a ku li Girtîgeha Tarsûsê girtî bû, ji ber nexweşiyê ji bo Mêrdînê hatiye şandin û piştî ku diyar bû bi nexweşiya Covid-19 ketiye ew serbest berdan û xistin qerentîneyê.

Tê çaverêkirin Nalan Ozaydin a ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê xistine di qerentîneyê de ye bişînin mala wê.

Berî 20 rojan Ozaydin ji ber nexweşiyên nefestengiyê û panîkê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê û dûv re li Girtîgeha Tarsûsê kirine odeyek cuda. Li ser serlêdanên parêzeran, Hevşaredar Ozaydin berî 3 rojan ji ber nexweşiyên xwe bo Girtîgeha Mêrdînê hatibû şandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin