PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê ji CHPê Ekrem Îmamoglu ku piştî hilbijartinên 31ê Adarê cara duyem bi ferqeke 800 hezar dengan li hember hevrikê xwe yê AKPê Binalî Yildirim bi ser ket, sibe bi merasîmekê dest bi kar dike.
Ekrem Îmamoglu li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê ku berê li wir şaredar bû ji rojnamevanan re ragihand, sibe lijneya hilbijartinê mazbataya wî ya şaredariyê dide û li demjimêr 18:30ê 27ê Hezîranê jî ew plan dike li avahiya şaredariyê ya Saraçhaneyê bi merasîmekê seroktiya şaredariya Stenbolê dewir bistîne.
Îmamoglu li ser twitterê jî agahiya bernameya sibe belav kir û xwest xelkê Stenbolê beşdariyê bike:
Değerli hemşehrilerim; İstanbul Büyükşehir Belediye Başkanlığı devir teslim töreni, 27 Haziran 2019 Perşembe saat 18:30'da Saraçhane'deki İBB Başkanlığı makamında yapılacaktır. Tüm hemşehrilerimi yarın saat 18:30’da Saraçhane’deki İBB binası önüne bekliyorum. #YeniBirBaşlangıç pic.twitter.com/3UeU1THyrl
— Ekrem İmamoğlu (@ekrem_imamoglu) June 26, 2019
Li aliyê din parêzgariya Stenbolê ku niha parêzgar bi wekalet seroktiya şaredariyê dike jî ragihand ku dê merasîma radestkirina şaredariyê 27ê Hezîranê roja Pêncşemê li saet 18.30an bê kirin.
Hêjayî bibîr xistinê ye, di hilbijartinên Stenbolê de, Kurdên niştecihên Stenbolê ku tê gotin bi qasî 4 milyon kes in, bi rêjeyeke mezin deng dan Îmamoglu û piştî 25 salan deshilatdariya AKPê hat bidawîanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin