PeyamaKurd- Berdevkê serokerkaniya Amerîkayê korgeneral McKenize li Pentagonê di civîna çapemeniyê ya heftane de,bi berdevak Pentagonê bi Dana White re, li ser pirsên di rojevê de ragihandin:
“Her terefên ku têkiliyên wan bi Sûriyê hene, divê bizanibin ku siyaseta êrîşa ser hêzên Amerîkayê an hevkarên me, siyaseteka xerab e.”
Di nava pirsên ku hat kirin de, pirsa ku Beşer Eser rê daye guftugoyên navbera dewleta Sûriyê û HSDê ku rewta wê PYDê ye, ji White û McKenzie hat pirsin eger bi hevdîtinan her dû alî li hev nekin û Esed bi zorê HSDê ji ser axa Sûriyê derxe, wê Amerîka çi bersivê bide Beşer Esed? Berdevka Pentagonê White got:
“Mîsyona me ya Sûriyê têkbirina DEAŞê ye. Em naxwazin tevli şerê nava welat bibin. Lê em bang li Rûsya û Îranê dikin ku berpirsiyariyên xwe yên li Sûriyê bicîh bînin. Rejîm ji ber ku her dû dewlet destekê didinê, li ser linga ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin