SPê beyannameya xwe ya hilbijartinê eskere kir!

SPê beyannameya xwe ya hilbijartinê eskere kir!

PeyamaKurd- Partiya Seadetê/Saadet Partisi (SP) beyannameya xwe ya ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê bi raya girştî re parve kir.

Di beyannameya SPê de pirsgirêka Kurdî jî cih girt. Serokê SPê Temel Karamollaoglu di derbarê pirsgirêka  Kurdî de wiha axivî:

Me biryara xwe jidil daye ku em pirsgirêka Kurdî çareser bikin. Hemî insan wekhev têne dinyayê. Kurd û Tirk wekî du lebatên heman laşî ne. Bi rastî ji bo Kurdan Tirk û ji bo Tirkan jî Kurd ne pirsgirêk in. Pirsgirêk ew kes in ku dixwazin vî welatî perçe bikin.

Ji ber ku pirsgirêkên heq, ‘edalet, exlaq, aborî, perwerdehî û ewlehiyê hene; pirsgirêka Kurdî jî çareser nabe. Ji ber vê yekê divê em hemî pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Hemî bi hev ve girêdayî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin